H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanyan û Nênsî Pêlosîyê pirsên rojeva ermenîya-amêrîkîya û yên derheqa pêvajoyên li herêmê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li hukumatê dêlêgasîya bi serkarîya spîkêra palata Wekîla ya kongrêsa  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Nênsî Pêlosîyê qebûl kirîye.

Serokwezîr Paşînyan di axaftina xweye silavkirineda bi taybetî wiha got:

“Xanima serok, hevalkarên hêja, bihêlin ez bi germahî pêşwazîya we li welatê me, hukumeta me silav  bikim.

Bi rastî ev serdaneke nedîtîye ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya bo Ermenîstanê, û em vê yekê qîmet dikin. Ez dixwazim spasîyên xwe pêşkêşî We xanim serok  ji bo hewldan û tevkarîya We ya şexsî ya ji bo naskirina  kumkujîa Ermenî ji alîyê Amêrîkayê  bikim.

Bi rastî jî pir tê qîmetkirin û bi tenê vê rastîyê bihesibînin, hemû ermenî We wek dosteke pêbawer ya Ermenîstanê dihesibînin. Lê ez dixwazim gotinên spasdarîyê bidomînim, ji ber ku  piştgirîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya ji bo demokrasîya ermenîyan jî dikim, ji ber ku ew ji bo me jî pir girîng e.

Em hazirîya hukumeta Amêrîkayê ya ji bo piştgirîkirina rojeva demokratîk ya welatê me dibînin. Ez dixwazim pabendbûna xwe bi rojeva rêforma demokratîk ragihînim,  ku  hûn dibînin, ew rêyek ne hêsan e.

Rastîyeke din ya ku ez dixwazim behs bikim, em helwesta eşkere ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye  ya di derbarê êrîşa Adirbêcanê ya li dijî Ermenîstanê teqdîr dikin. Bê guman, gotinên zelal yên hukumeta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî têne pêjirandin, ji ber ku ji bo me pir girîng e.

Hûn zanin ku Encûmana  Netewên Yekbûyî rewşa niha gotûbêj kirîye û em hêvîdarin û helwesta me jî eve, ku ev rewş di rojeva Encûmana Netewên Yekbûyîda  bimîne û di vî warî de, helbet em pişta xwe bi Amêrîka ve girêdidin.


Xanim serok, bihêlin ez careke din bixêrhatina we û şanda we bikim. Ez bawer im ku îro emê karibin danûstandinên bi bandor bimeşînin.

Ez ji ber vê derfetê pir kêfxweş im”.

Sirîya xweda Nênsî Pêlosîyê da kifşê:“Gelekî spas birêz serokwezîr, ji bo gotinên germ yên pêşwazîkirin û pêzanînên We yên ji bo keda mezin ya hevkarên min yên di vê şandê de hatine kirin. Piştgirîya ji bo dêmokrasîya Ermenîstanê, biryara naskirina  komkujîya Ermenîyan, di mijara Qerebaxê de dijberîya Tirkîyayê û di hemû alyîên din da em dostê Ermenîstanê ne. Em li vir rêz ji hukumeta We re digirin.

Sala  derbazbûyî hilbijartinên azad  hatin qîmetkirin û di şert û mercên şer û rewşên din de serkeftina We ya hêja hebû. Û mesele ev e, dema ku em bi gelemperî seredana welatekî dikin, ew ji bo rêzgirtin, guhdarîkirin û hînbûnê ye, lê ez bi rastî dikarim bêjim ku ev şandeya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hate Ermenîstanê evîna gelê Amêrîkî, rêzgirtinê bi xwe re anîye.

Spas ji bo mêvandarîya we”.

Paşê hevpeyvîn li ser gelek mijarên girêdayî hevkarîya ermenîya-amêrîkîya, zêdetir pêşxistina hevkarîyê di warên cudada gotûbêj kirin.

Serokwezîr Paşînyan da kifşê ku hukumeta Ermenîstanê di warê bihêzkirina demokrasîyê û pêşxistina sazîyên demokratîkda  gavên berdewam bidomîne. Serokê dezgeha cîbicîkar alîkarîyên Amêrîkayê yên ji bo pêşdabirina rojeva dewlemend ya rêformên hukumeta Ermensîstanê bilind qîmet kir.

Nîkol Paşînyan û Nênsî Pêlosî êrîşên Adirbêcanêye li ser axa Ermenîstanê û vekişîna yekîneyên  Adirbêcanê ji axa Ermenmstanê gotûbêj kirin. Mijarên têkildarî îmkanên vekirina binesazîyên veguhestinê yên li herêmê, çareserîya pirsgirêka Qerebaxê hatin gotûbêjkirin.

Serok  Kongrêsa Amêrîkayê  da bawarkirinê ku alîyê Amêrîkayê dê bi awayekî aktîv ji bo berfirehkirina hevkarîyên dualî yên pirbeşeyî û bernameyên ji bo pêşxistina demokrasîyê li Ermenistanê bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button