SerekeSîyasî

Baregeha ŞAY, ya leşkerîye li Sûrîyayê bi rokêta hatîye êrîşkirinê

Fermandarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye, wekî li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bi rokêta êrîş birine ser baregeha Ştatên Yekbûîye “Grîn Vîlîc” ê.

Roja yekşemê ew êrîş qewimîye, wextê kîjanê sê rokêt hatine berdanê, lê ya çara li cîhê berdanê dîtine, pênc kîlomêtira dûrî baregehê.

Meha derbazbûyî baregeha  “Grîn Vîlîc”  dîsa hatibû êrîşkirinê û ew yek nava encamên pevçûyînên di navbera leşkerên amêrîkî û hêzên piştgirên Îranêda qewimîbû.

Ev bûyar bêyî bersiva Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nemaye, wextê kîjanê du, yan jî sê çekdarên êrîşkir hatine kuştinê.

Fermandarîya amêrîkî elam kirîye, wekî ew lêpirsînê derbaz dike, ku bizanibe kî li piş vê êrîşê sekinîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button