Hukumatên Ermenîstanê û Rûsîyayê bernama hevkarîya salên 2O22-2O27 a îmze kirine
Bi serokatîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk li Yêrêvanê civîna hevkarîya ermenîya-rûsa pêk hatîye.
Wextê hemcivînê cîgirên serokwezîrên herdu welata bi axaftin pêşda hatine.
Girêdayî derbazkirina hemcivînêra, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn berbirî civînê bûne.
“Hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda nava îşê pêşxistina hevkarîya stratêcîda girînge, ya ku alî berfirehbûna hevkarîya dualî dike”,- serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
“Hevkarîya ermenîya-rûsaye di navbera herêmada beşeke hevkarîya Rûsîyayê û Ermenîstanêye, ya nava cêrge govekada”,-serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.
Dawîya hemcivînê di navbera hukumatên herdu welatada bernama mîyaserkirina hevkarîya di navbera herêmên Ermenîstanê û Rûsîyayêda hatîye îmzekirinê.
Piştî civînê sivira gilover pêk hatîye, wextê kîjanê bi têmayên hevkarîyêye cuda-cuda gotûbêjkirin hatine kirinê.