SerekeSîyasî

Mafê perwerdekirina bi zimanê kurdî gerekê bi konstîtûsîyayê garantîyayê bistîne

Serokê beşa Wanê, ya  Egitim-Sen ê  Mûrat Atabay elam kirîye, wekî zarokên kurda sala perwerdêye 2O22-2O23 a nava doranên sîyaseta asîmîlasîyayêda destpê kirine.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî pirsgirêkeke here sereke ewe, wekî bi sala zarokên kurd bi zimanê xweyî dayîkê nayêne perwerdekirinê.

“Ev pirsgirêk careke mayîn ji plana ewlin der dimîne. Zarokên kurda  ber asîmîlasîyayêne”,-Atabay gotîye.

Ewî gotîye, wekî zarok diçine mektebê, li kîderê bi zimanê xwe nayêne perwerdekirinê.

Statûsa zimanê kurdî gerekê bi konstîtûsîyayê garantîyayê bistîne, bona ku zarokên kurda bi zimanê xweyî dayîkê bêne perwerdekirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button