H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bona piştgirîya ji alîyê Fransîyayêda hêvîdarbe: Makron gotîye Vahagin Xaçatûryan

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, girêdayî roja Serxwebûna Ermenîstanêra, ser navê serokkomarê Ermenîstanê Vagahin Xaçatûryan pîrozbahî şandîye.

Pîrozbahîyêda hatîye gotinê:

«Birêz serok, girêdayî roja Serxwebûna Ermnîsîanêra ez We, usa jî cimeta ermenîye dost pîroz dikim. Di navbera herdu welatên meda dostîya kevinar û qewîne. Em nava hemû govekada hevkarîya baş mîyaser dikin.

Ermenîstan dikare bona piştgirîya ji alîyê Fransîyayêda, ya bona dêmokratîyayê û qewînkirina qanûnê hêvîdarbe. Fransîya li ser wê tabîyêye ku wê pêvajoyê berdewam bike, ji boy qewînbûn, aşîtî û pêşkeftina li herêmê.

Fransîya piştgirîyê dide pêvajoya îzbatbûna pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û usa jî pêvajoya helkirina pirsgirêka Qerebagê. Fransîya piştgirîyê dide cedandinên Yekîtîya  Avropayê, ku dîyalog pêşda here û bi wê yekêva tevayî rola hemsedira koma Mînskêda dimîne. Wî alîda hûn dikarin hindava borcdarîya mine şexsîda hêvîdarbin, ya boy herdu cimetên me».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button