H’emû nûçeSereke

Piştî elamkirina mobîlîzasîya par-parî, ya li Rûsîyayê bilêtên teyarên berbi Yêrêvanê ser hevda hatine

Roja çarşemê li Rûsîyayê bilêtên teyara biha bûne û lez xilaz bûne. Ew yek piştî wê yekê usa bûye, dema ku serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derheqa mobîlîzasîya par-parîda elam kirîye. Derheqa wê yekêda ajansa Reuters ê  nivîsîye.

Elametîya Pûtîn tirs pêşda anîye, wekî diqewime îzinê nedine mêra ku ew ji welêt derkevin.

Wezîrê parastinê Sêrgêy Şoûgû jî gotîye, wekî berevkirina leşkera wê tenê bi leşkerên profêsîyonalva bê sînorkirinê, xwendikar û leşkerên ku  wedê xweda qulix dikin, wê neyêne berevkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button