H’emû nûçeSereke

Vahram Dûmanyan berbirî seroka YÛNÊSKO ê bûye û  daye dîyarkirinê ku opêrasîyonên Adirbêcanêye dijminatîyê gunehkarkin

Wezîrê Ermenîstanêyî çandê, sportê û pirsên cahila Vahram Dûmanyan nama fermî ser navê seroka YÛNÊSKO ê  Odrî Azûlê şandîye û  derheqa êrîşa Adirbêcanêye 13 ê îlonê û encamên wêda raber kirîye.

Namêda hatîye dîyarkirinê, wekî wextê agrêsîya azêrîya ne tenê tabîyên leşkerî, lê usa jî sîstêmên sîvîl bûne hedef. Li gorî melûmetîyên parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, ji qezayên Gêxarkûnîkê, Vayos Zorê û Syûnîkê 26OO meriv hatine cîguhastinê. Piranîya wan meriva jin, zarok û merivên emirê xweda mezinin.

Namêda hatîye gotinê, wekî rûyê wê agrêsîya Adirbêcanêda pêvajoya xwendina zaroka jî hatîye teribandinê. Hatîye dîyarkirnê, wekî li wan hersê qezayên Ermenîstanê 172 mekteb û 69 baxçên zaroka xebata xwe dane sekinandinê û rûyê wê yekêda mafê perwerdeya zaroka hatîye teribandinê.

Wezîr nivîsîye, wekî teribandina mafên xwendikara, mamosta û hedefkirina îdarên xwendinê gerekê bê gunehkarkirinê.Wezîr hîvî kirîye, wekî seroka YÛNÊSKO ê bersivê bide vê agrêsîya Adirbêcanêye leşkerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button