H’emû nûçeSereke

Cîm Kosta derheqa êrîşên Adirbêcanêda, yên dijî Ermenîstanê xeberdaye: ew êrîş dijî têrîtorîya serbixweye

Êrîşên Adirbêcanêye van axirîya, yên dijî Ermenstanê yên qebûlkirinê nînin. Derheqa wê yekêda kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cîm Kosta wextê civîna li palata Wekîla gotîye. Ew berbirî spîkêr bûye û êrîşa dijî Ermenîstanê gunehkar kirîye.

«Behsa derheqa kuştina 2O4 qulixçîyên ermenîye leşkerî îzbat bûye. Ew êrîş dijî têrîtorîya serbixweye. Spîkêra Kongrêsê Nênsî  Pêlosî çawa sîmvola Ştatên Amêrîkaye Yekbûyî, ya piştgira Ermenîstanê çû Ermenîstanê»,- ewî gotîye.

« Bo vê yekê jî ez dibêjim, wekî nava byûcêya sala 2O23 a da bona bêqezîyakirina mîna piştgirîyê bidine Ermenîstanê û Arsaxê. Em gerekê li rex cimeta Ermenîstanê bin»,- Kosta gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button