Îro fêstîvala sînêma kurdî li Londonê destpê bûye, çimkî nava van herdu salên dawîda ew rûyê nexweşîya koronavîrûsêda onlayn dihate derbazkirinê. Fêstîvala Londonê wê bi 31 fîlma destpêbe, dikevine nava kîjana 15 fîlmên dirêj û 16 jî kurtefîlm.
Alîkarê progiramê Şlêr Merdokî gotîye wekî fêstîvalê bi piştgirîya hukumata Herêma Kurdistanê derbazbe, û wextê fêstîvalê jî ew fîlmên kurdî wê bêne nîşandayînê, yên ku ji sala 2O21 ê da hetanî niha hatine hazirkirinê.