Her teribandineke sînorên bi navnetewî naskirî tiştê qebûlkirinê nîne:elametîya parlamêntvanên Îranê

Komîsîya parlamênta Îranêye ewlehkarîya miletîyê û sîyaseta der derheqa bûyarên li Herêma Qafqasîya Başûr elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê: «Parastina sînorên bi navneteweyî naskirî û yekîtîya têrîtorîyayên welata pêwîstîye û her teribandineke wî cûreyî tiştê qebûlkirinê nîne û dijî prînsîpên mafê navneteweyîye».
Nava elametîyêda usa jî hatîye gotinê: «Hinek bûyarên mehên derbazbûyî gîhandine wê derecê, wekî li Qafqasîya Başûr pevketinên sîyasî û ewlehkarî tên teribandinê».
Komîsîya parlamênta Îranê serda zêde kirîye, wekî parastina sînorên naskirî û yekîtîya têrîtorîyayên welata pêwîste û her teribandineke wî cûreyî dijî prînsîpên navneteweyîye.
«Îran bangî welatên herêmê dike ku prînsîpên cînartîya baş xweykin û wededa bersiva anegor bidine wan kirina, yên ku sîyonîzma navnetewî û NATO bi cûrê planên gêopolîtîkîye xirab mîyaser dikin»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.