Opêrasîyonên leşkerî, yên van dawîya derheqa pêwîstîya dubarekirina dîplomatîya meda didine dîyarkirinê

Girêdayî cejina Serxwebûna Komara Ermenîstanêra, serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cozêf Baydên bi pîrozbahîyê berbirî Nîkol Paşînyanê serokwezîr bûye.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava pîrozbahîyêda bi taybetî hatîye gotinê:
«Ji navê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ez girêdayî roja Serxwebûnêra cimeta ermenî pîroz dikim. Emê piştgirîya hindava cedandinên dêmokratîk, serbixwetîyê û ewlehkarîyê berdewam bikin.
21 ê îlonê em dighîjine cimeta ermenî bona ku xwepêşkêşkirina we ya bona dêmokrasîyê û pêwandîyên dostîyêye herdu welat û cimetên me didine kifşê. Opêrasîyonên van dawîyaye leşkerî didine kifşê,wekî pêwîste ku em dîplomatîya xwe bidine dubarekirinê bona ku Ermenîstan bikaribe berbi pêşeroja pêşkeftî û edil binihêre. Em bona wan cangorîya serxweşîyê didin, yên ku bûne qurbanîyên van êrîşên dawî.Em piştgirîya We ya bona îzbatkirina qewînbûna li herêmê bilind qîmet dikin.
Îsal dîyaloga stratêcîye di navbera meda îzbat kir, ku gerekê pêwandîyên meye dualî bêne qewînkirinê. Ştatên Yekbûyî li rex Ermenîstanê sekinîye.
Xebata meye sala derbazbûyî qewînkirin û kûrkirina pêwandîyên di navbera cimetên meda berdewam bûye. Bona temamîya cimeta ermenî ez cejina bêqezîya û edil dixwezim».







