Sêkrêtarê NATO-ê yê sereke bo bûyerên li ser sînorê ermenîya-azêrîya xemgîne
Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Nyû Yorkê, di çarçoveya civîna 77-a , ya Neteweyên Yekbûyî da bi sêkrêtarê NATO-ê yê sereke Yêns Stoltênbêrg ra hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîr derheqa êrîşa berfireh ya 13 ê îlonêye ji alîyê Adirbêcanêda pêkanî, ya li ser axa Ermenîstanêye serbixwe, raber kirîye û daye kifşê ku 36 navçe ji alîyê hêzên Adirbêcanêda hatine hedefkirinê, nava encamên kîjanêda birîndar û kuştî hene.
Nîkol Paşînyan bal kişandîye ser girîngîya bersivdayîna civaka navneteweyî ya bo şermezarkirina kiryarên Adirbêcanê, vekişandina lez ya hêzên Adirbêcanêye ji axa Komara Ermenîstanê.
Sêkrêtarê NATO-ê yê sereke dîyar kirîye ku ew ji ber bûyarên ku li ser sînorê ermenîya-azêrîya qewimîne, gelekî xemgîne.Yêns Stoltênbêrg tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navçeyî bi danûstandinan kir û gotîye hewlên berdewam di wî warî da bi piştovanîya hevkarên navdewletî jî heye.
Wextê hevdîtinê fikirên bona herdu alîya hewaskar hatine pevguhartinê.