Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermandarê ji koalîsîyona navnetewî, gênêral Mêtyû Makfarlêyn qebûl kirîye.
Ji ofîsa serokwezîr ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa bûyarên van axirîyaye li Îraqê û bi tomerî li herêmê, usa jî derheqa berdewamkirina piştgirîya hindava pêşmergada hatine gotûbêjkirinê.
Serokwezîr û fermandarê koalîsîyonê wê yekêra qayîl bûne, wekî hevkarîya di navbera hêzên pêşmerga û hêzên îraqîda, tevî koalîsîyona navneteweyî gerekê piştgirîya ewlehkarî û qewînbûna herêmê bikin.