H’emû nûçeSereke

Melûmetîyên ku hatine belavkirinê, bêhîmin: qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê elametî derheqa  teslîmkirina du merivên kurdda belav kirîye

 Bi hesabhildana rexnekirinên qulixdarîya ewlehkarîya Ermenîstanêye miletîyê, yên nava malperên sosîyalîda û bi prêssa cuda-cuda, yên derheqa wê yekêda, wekî du merviên esilê xweda kurd Atîla Çîçek  û Husêyn Yildirimda ku ew teslîmî Tirkîyayê kirine, yên bêhîmin û ew behs yên derewin û ne anegorî rastîyêne. Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî cêribandin tê kirinê ku qulixdarîya wlehkarîya miletîyê bikin hedef.

Hatîye gotinê, wekî nava doranên lêpirsînada pêvajoya teslîmkirina wan merivên mehkemekirî ji borcdarîyên qulixdarîyê dere.

Qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê elam dike, wekî elametîyên wî cûreyî derheqa sîstêmên dewletêda belav nekin, çimkî bi wan behsên derew qedirê sîstêmên dewletê dikevin.Qulixdarî wê nava dorana borcdarîyên xweda bide zelalkirinê ku ew behsên derewin û meremên wê yekê ji kîderê tên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button