H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan tabîya Hindistanêye hindava pirsên derbarê Ermenîstanêda bilind qîmet kirîye /vîdêo/

24 ê îlonê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Nyû Yorkê rastî wezîrê Hindistanêyî karên der Sûbramanyam Cayşankar  hatîye.

Mîrzoyanê wezîr derheqa encamên agrêsîya Adirbêcanêye berfirehda raberî wezîrê Hindistanê kirîye.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku wextê elametîyên derbarê wê agrêsîya Adirbêcanêda bi navê agrêsor bêne kirinê, bona ku agrêsîyayên nû neyêne mîyaserkirinê.

Cêrge pirsên derheqa pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û di derbarê dew û doza Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê.

Ararat Mîrzoyan û Sûbramanyam Cayşankar  derheqa pêwandîyên ermenîya -hindada jî xeberdane.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der tabîya alîyê Hindistanêye derheqa Ermenîstanêda bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button