H’emû nûçeSereke
«Rosênêrgoatom» têra dibîne merkeza derheqa amadekirina melûmetîyên li Ermenîstanê çêke
«Rosênêrgêoatom» hevraxeberdana derheqa çêkirina merkeza amadekirina melûmetîyên li Ermenîstanê derbaz dike. Derbarê wê yekêda cîgirê serokê kompanîyayê Sêrgêy Mîgalîn gotîye.
«Em niha gotûbêjkirina aktîv ya derheqa cîda derbaz dikin, ku em bizanibin em çi dixwezin û nava sîstêma Ermenîstanêda çi bidine xebatê»,- Mîgalîn gotîye.
Ewî usa jî gotîye, wekî hevaltî program dike ku merkeza wî cûreyî nêzîkî bajarê Tirkîyayêyî Mêrsînê çêke, li kîderê «Rosatom» stansîya atomî çê dike. Ewî serda zêde kirîye, wekî ew usa jî hindava herêmên başqe hewaskarin, bi taybetî li Ûzbêkîstanê.