H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl derheqa pêwîstîya qîmetkirinên di derbarê agrêsîya azêrîyada hatîye dîyarkirinê /vîdêo/

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Nyû Yorkê rastî serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl hatîye.

«Serokwezîr derheqa agrêsîya Adirbêcanêye berfirehda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê yekêda topraxên Ermenîstana serbixwe hatine okûpasîyakirinê. Serokê hukumatê daye dîyarkirinê, wekî pêwîstîya qîmetkirinên wê agrêsîyayêye konkrêt, yên ji alîyê  civaka navnetewîda heye û serda zêde kirîye, wekî pareskerên azerîya  gerekê ji axa Ermenîstanê derkevin. Serokê hukumatê usa jî derheqa teribandinên mafê navnetewîda, yê ji alîyê Adirbêcanêda kirî, xeberdaye.

Şarl Mîşêl girêdayî halê li ser sînorê ermenîya-azêrîyara xemgînîya xwe daye dîyarkirinê û helkirina pirsgirêkêye bi rîya hevraxeberdana girîng hesab kirîye. Serokê Konsêya Avropayê îzbat kirîye ku hazire piştgirîyê bide dîyalogê û prosêsa aşîtîyê»,- nava elametîya merkeza pirêssa hukumatêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button