H’emû nûçeSereke

Wezîrê karên der halê rûyê agrêsîya Adirbêcanêda pêşdahatî raberî cîgira sêkrêtarê  Organîzeya Netewên Yekbûyî kirîye /vîdêo/

Li Nyû Yorkê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî  cîgira sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Rozmarî DîKarloyê hatîye.

Ji wezîreta karên der ragîhandine, wekî Ararat Mîrzoyan halê rûyê agrêsîya Adirbêcanêda pêşdahatî, ya dijî axa Ermenîstana serbixwe, raber kirîye. Mîrzoyanê wezîr derbarê cêrge teribandinên mafê hûmanîtarî, yê ji alîyê Adirbêcanêda kirî, û xirabkarîyên şêrda xeberdaye û serda zêde kirîye, wekî ew gerekê layîqî qîmetkirina anegor bibin.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên  der ew yek jî girîng hesab kirîye, wekî pêwîste, ku civaka navnetewî navê agrêsor bide  kifşkirinê, çimkî dema ku navê agrêsor nayê dayînê, bona agrêsîyayên  azêrîyaye  nû menî çê dibe.

Fikir dora qewînbûna Kafqasîya Başûr hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button