H’emû nûçeSereke

Fransîyayê dew kirîye ku hêzên azêrîya paşda vegerine ser tabîyên xweye berê: hevdîtina Paşînyan û Makron pêk hatîye

Li sera Yêlîsêyê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê Fransîyayê Êmanûêl  Makron pêk hatîye. Piştî heytehola pêşwazîkirinê, pêşîya hevdîtinê, rêberên herdu welata bona prêssayê prêss-konfêrans dane.

Serokê Fransîyayê nava xebera xweda gotîye:

«Em îro şane ku serokwezîrê Ermenîstanê, birêz Nîkol Paşînyan, bi mêvandarî qebûl dikin.

Van rojên dawî  em gelek cara bi têlefonê axivîne, çimkî Ermenîstan careke mayîn  rûyê pevçûyînên 13-14 ê îlonê, şînê dike û hal yê krîzeyî ye.

Li ser hidûdê Ermenîstanê û Adirbêcanê opêrasîyonên leşkerîye berfireh pêk hatine, rûyê kîjanada gelek cangorî hene. Topraxa Ermenîstanê hatîye hedefkirinê, sîstêmên sîvîl hatine wêrankirinê. Nava van qewilên qebûlnekirinêda Fransîyayê borcdarî hildane ser xwe.

Li Organîzeya Netewên Yekbûyî Fransîyayê civîna şêwira ewlehkarîyê teglîf  kir, wextê kîjanê 14-15 ê îlonê hal hate gotûbêjkirinê. Endamên şêwirê dew kirin, ku opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê û qedirê agirbestê bigrin. Bi hesabhildana wê yekê, wekî tabyên dagirkirî hene, Fransîyayê dew kirîye ku hêzên azêrîya paşda vegerine ser tabîyên xwe. Min 14 ê îlonê gotîye Elîyêvê serok, wekî kifşnekirina sînora nikare bibe menî ku leşkerên wan pêşda bên û bikevine  axa welatekî mayîn.

Xêncî wê yekê, min zelal gotîye, wekî Fransîya li ser wê tabîyê ye, ku xebitandina qewatê nikare pirsgirêkê hel ,bike û pêwîst e ku lez dîyalogê destpê ,bikin. Pirsên helnekirî, yên ku gelekin, gerekê bi rîya hevraxeberdana bêne helkirinê.

Ez bîr nakim, wekî du sal pêşda şerekî wêrankir destpê bû, yê ku bona herêmê bû yê mirinanînê. Wê yekê halekî nû pêşda anî û nava encamên wê yekêda eskerê rûsa kete herêmê. Ez wê yekê jî  şermezar dikim, wekî van rojên dawî çi qewimî û bang dikim ku hevraxeberdan bêne destpêkirinê. Ez dixwezim tabîya Paşînyanê serokwezîr silav bikim, yê ku nêzîkbûna nû hindava pêşeroja herêmê pêşnîyar kirîye.

Elîyêvê serok jî dibêje, wekî ew dixweze ku helkirin bêne dîtinê. Feqet çêkirina aşîtîyê bi xebitandina qewatê nabe. Bo wê yekê jî Fransîyayê hemû tiştî bike, bona ku hal li  Qafqasîya Başûr edil be.

Ez zanim, wekî Paşînyanê serokwezîr li Nyû Yorkê beşdarî gelek hevdîtina bûye. Em dikarin derheqa wê yekêda qise bikin.Emê usa jî derheqa pirsa pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda xeberdin.Eva pêvajoyeke pêwîst e û em zanin, wekî Fransîya jî nava vê pirsêda borcdarîya hildide ser xwe. Ev pêvajo bona herêmê gelekî girîng e.

Birêz serokwezîr, ez razîme wekî Hûn piştî seredana li Nyû Yorkê hatine Parîzê ku pirsa gotûbêj bikin».

Paşînyanê serokwezîr sirîya xweda gotîye:

«Birêz serokê Fransîyayêyî qedirbilind, ez dixwezim bona vexwendinê û qebûlkirinê  sipasîyê elam bikim. Hevdîtinên wî cûreyî mecalên diha kardar didin. Bii fikira min emê îro diha zêde guhdarîyê bidine ser pirsên navneteweyî û ewlehkarîya herêmê.

Rûyê êrîşa 12 ê gulana 2O21 ê û 13 ê îlona sala 2O22 a da Adirbêcanê axa Ermenîstanêye serbixwe dagir kirîye. Derheqa wê yekêda min wextê civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye. Tabîya me yek e û em dibêjin, ku hêzên azêrîya gerekê ji topraxa Ermenîstanêye serbixwe derbikevin û ez dixwezim bona vê yekê jî sipasîyê elamî Makronê serok bikim. Sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê sala 1991 ê, li gorî qayîlnivîsara 8 ê kanûnê hatine naskirinê. Ez dixwezim bêjim, wekî ew qayîlnivîsar beşeke sînorên admînîstratîv e, yên ku hêna Sovyêta berê hebûn û welatên ku qayîlnivîsar qebûl kirine, wan sînora nas dikin.

Ew yek dide kifşê, wekî kirinên Adirbêcanê yên agrêsîv û bi zanebûnin, kîjana meriv nikare qîmet bike. Rûyê okûpasîya Adirbêcanêda halê li herêma me sert e. Bi fikira min, şandina mîsîya  dîtindarîyê ya navnetewî, ya li nehîyên okûpasîyakirî, wê alî bike ku civaka navnetewî înformasîyonên rast bistîne.

Bi fikira min, pêwîst e ku bi qayîlnivîsara 8 ê kanûna sala 1991 ê, bi kîjanê herdu alîya sînor nas kirine, wê bikaribin berbi peymana aşîtîyê herin. Ermenîstan bona vekirina rêya û çêkirina rêyên nû amade ye, lê li gorî qanûndarîya wan welata, nava kîjanara ew rê derbaz dibin.

Em helkirina pirsgirêka Qerebagê jî girîng hesab dikin, ya ku wê mafên ermenîyên Qerebagê û ewlehkarîyê bide çareserkirinê.Ez bawarim, wekî destpêka gotûbêjkirinên Adirbêcanê û Qerebagê dikare kardarbe. Nava vê hemtêkstêda ez gerekê rola Fransîyayê, ya çawa hemsedira koma Mînskê, bidime dîyarkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button