Wekîla fraksîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya nava parlamênta Îraqêda, Vîyan Sebirîyê ew behs şirovekirîye ku çawa di navbera Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û sîstma koordînasîyonda qayîlî hatîye destanînê û serda zêde kirîye, wekî ew yek li ser bingeha hevfemkirinê qewimîye.
Gelek şuxulkarên îraqî duh elam kirine, wekî di navbera Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê, sîstêma koordînasîyon û yekîtîya sunîada qayîlî hatîy destanînê.
Vîyan Sebirîyê gotîye, wekî hevraxeberdan îdî gihîştine êtapa dawî. Hevraxeberdan wê ser hevda bên û prosêsa îmzekirina hevfemkirinê destpê dibe. Bi gotina wê, hevraxeberdanên bona hevfemkirinê, bona Îraqê halekî nûye û pêra jî hemûya dike yek ku hukumata tomerî bê sazkirinê.