H’emû nûçeSereke
Nava doranên hevtîya Mîlanêye dîzaynêrîyêda, dîzaynêrên ermenî bi kirasên bi nivîsara “Stand with Armenia” , gerîyane
Nava doranên hevtîya Mîlanêye dîzaynêrîyêda, dîzaynêrên ermenî bi kirasên bi nivîsara “Stand with Armenia ” gerîyane. Li palata Vîskontîyê nîşandayîna berevokêd dîzaynêrên ermenî pêk hatîye.
Pêşîya nîşndayînê, dîzaynêrên ermenî vîdêo raber kirine, kîjanêda derheqa kirinên Adirbêcanê, zêrandin û kuştina leşkera ermenîye jinda dihate gotinê. Paşê dîzaynêrên ermenî bi wan kirasa gerîyane, li ser kîjana nivîsar bû “Stand with Armenia” /Li rex Ermenîstanê bisekinin/. Xudana şikilên wê têmayê, şikilkêşa ji Arsaxê, Lîanaye.
Hemcivîna Ermenîstanê û Îtalîyayê, ya têkstîlîyê û dîzaynêrîyê îsal cara ewlin bi piştgirîya wezîreta Ermenîsanêye êkonomîkayê hatîye derbazkirinê.