H’emû nûçeSereke

Civaka navnetewî  gerekê pêşîya kirinên Adirbêcanê û agrêsîyayê bigre: Mîrzoyan

Civaka navnetewî  gerekê pêşîya kirinên Adirbêcanê û agrêsîyayê bigre.Derheqa wê yekêda piştî hevdîtina tevî wezîrê Yûnanistanêyî karên der, wextê prêss-konfêransa tevayî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Wezîr bîr anîye, wekî seredan wextê dusalîya agrêsîya dijî Arsaxê û Ermenîstanê pêk tê. Du sal pêşda jî Dêndîas dîsa bi seredan li Ermenîstanê bû.

Mîrzoyan encamên agrêsîya Adirbêcanê raber kirine. Ewî daye dîyarkirinê, wekî elametîyên bênav, kîjanada navê agrêsor nayê dîyarkirinê, dighînine wê derecê, ku xirabkarîyên nû bêne mîyaserkirinê. Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî berî her tiştî gerekê hêzên azêrîya ji axa Ermenîstanê derkevin, dîlên leşkerê gerekê paşda vegerînin û xweykirina rêjîma agirbestê gerekê bê çaresekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button