H’emû nûçeSereke

Ermenîstan nêzîkatîya çareserkirina pirsgirêkan bi bikaranîna hêz û gefa bi awayekî kategorîk red dike:wezîreta Ermenîstaneye karen der

Wezareta Ermenîstaneye karên der bi boneya duyemîn salvegera şerê ku Adirbecanê li dijî Qerebaxê daye destpêkirin daxuyaniyek da.

«Du sal berê,  27 ê îlonê, Adirêcanê bi eşkereyî Peymana Neteweyên Yekbûyî û qanûna dawî ya Hêlsînkîyê binpê kir, şerekî mezin li dijî Qerebaxê û gelê wê da destpêkirin.

Em îro careke din serê xwe ditewînin û cangorîyên  şerê 44 rojan da şehîd bûne û ji bo rawestandina gefên hebûnê yên li ser hevwelatîyên me têkoşiyan, bi bîr tînin.

Şerê ku Adirbêcanê li dijî Qerebaxê dabû destpêkirin, nîşana sûc ya polîtîkaya dewleta Adirbêcanê bû ku ermeniyên Arsaxê di bin paqijkirina êtnîkî da, bêparkirina wan ji mafê jiyan û afirandinê bi azadî û ewlekarî li welatê xwe yê dîrokî, û li gorî vê yekê, çareserkirina pirsgirêkan bû. Ev yek hem beriya şer û hem di dema şer da, hem jî di dema piştî şer da, bi daxuyaniyên bênavber yên şerxwazî, bigotî û nefretkirina ermeniyan ya serkirdayetiya bilind ya Adirbêcanê diyar dibe.

Şerê 44 roje da, hêzên çekdar yên Adirbêcanê binpêkirinên mezin yên mafên mirovî û mirovî yên navneteweyî, tawanên cengê û tawanên din yên agirêseyî pêk anîn, bi êrîşên roketî û esmanî, tevî bikaranîna çekên qedexe, bi qestî armanckirina xelkê sivîl, binesazîya sivîl, wargeh û abîdeyên çandî. Leşker û sivîlên ermenî yên dîl hatin girtin, rastî muameleyên nemirovane û îşkence, kuştinên bê daraz hatin.

Gelek pirsgirêkên însanî bêçare mane. Lê Adirbêcanê girtîyên ermenî û sivîl wekî dîl girtine, çarenûsa bi sedan kesên di encama şerê Qerebaxê yê yekem û 44 rojî da hatine windakirin û bi zorê hatine windakirin ne dîyar e.

Di sala 2021 da bi îlhama bersivdayîna neguncav ya civaka navneteweyî ya li hember êrîşa li dijî gelê Qerebaxê û sûcên ku hatine kirin. Di 12 gulana sala 2021 da 16 mijdara sala 2022 da, 13 ê îlonê da, hêzên çekdar yên Adirbêcanê dest bi êrîşeke leşkerî ya mezin li dijî axa Komara Ermenîstanê ya jixwe serwêr û naskîrî ya navneteweyî kir.

Rastîya bi karanîna hêzê û binpêkirinên mezin yên mafên mirovan û êrîşên leşkerî yên berdewam yên Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê û Arsaxê di heyama piştî şer de, hewlên ji bo pêkanîna aramî û ewlehîya navçeyî pûç dike.

Îro jî bi bikaranîna hêz û gefa bikaranîna hêzê, Adirbêcan hewl dide daxwazên xwe yên îdêalîst bi cîh bîne, heta rastîya hebûna Qerebaxê weke yekîneyeke erdnîgarî û kêşeya Qerebaxê red dike.

Komara Ermenîstanê bi awayekî katêgorî nêzîkbûna ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi bikaranîna hêz û gefa hêzê red dike û pabendbûna xwe bi pêkanîna aşitî û îstiqrara mayînde û giştgîr li navçeyê bi rêya danûstandinên aştiyane dupat dike».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button