H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Dêndîas fikir dora bûyarên li Qafqasîya Başûr pevguhartine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Yûnanistanêyî karên der  Nîkos Dêndîas qebûl kirîye.  

Serokwezîr seredana birêz Dêndîas ya li Yêrêvanê, silav kiîye û derheqa girîngîya pêşkeftina pêwandîyên ermenîya-yûnanada xeberdaye. Nîkol Paşînyan bi hêvîdarî gotîye, wekî ev seredan wê qewateke nû bide hevkarîya dualî. Serokwezîr gotîye, wekî seredanên dualî wê bi aktîvî berdewambin.

Nîkos Dêndîas daye dîyarkirinê, wekî Yûnanistan girîngîyê dide pêwandîyên tevî Ermenîstanê. Ewî  gotîye wekî hevdîtina sêalîye li Nyû Yorkê, ya kardar bûye û gotûbêjkirinên bi wê formatê wê berdewambin.

Fikir dora bûyarên li Qafqasîya Başûr hatine pevguhartinê. Paşînyanê serokwezîr derheqa encamên agrêsîya dijî Ermenîstanê raber kirîye û pêra jî derheqa girîngîya bersiva civaka navnetewîda daye dîyarkirinê.

Nîkos Dêndîas serda zêde kirîye, wekî Yûnanistanê hemû cedandina bide xebatê, ku alî altkirina pirsgirêkên li ber Ermenîstana dost û dêmokrasîyayê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button