H’emû nûçeSereke
Rêzolyûsîya nû li Kongrêsa ŞAY hatîye raberkirinê, bi kîjanê dew tê kirinê ku xirabkarîyên Bekûêye şêr bên lêpirsînkirinê
Piştî seredana spîkêra palata Wekîla, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Yêrêvanê hemsedira koma kongrêsêye pirsên ermenî Cêkî Spîyêr bi înîsîyatîva qanûnî, ya derheqa xirabkarîyên azêrîyaye şêrda pêşda hatîye. Ewê bang kirîye, ku sanksîya dijî Adirbêcanê bidine xebatê û lêpirsîna derbazkin. Li gorî rêzolyûsîyayê, usa jî bang tê kirinê, ku pirsa dîlên ermenîye leşkerî, tunekirina dêrên ermenî û heykelên dîrokî bêne lênihêrandinê. Kongrêsmên Frênk Paloûn, cîgirê serokê komê Adam Şîf û usa jî kongrêsmên Anna Êşû piştgirîya vê înîsîyatîvayê kirine.