Kongrêsmêna Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cêkî Spîyêrê tevî endamên komîsîya pirsên ermenî Adam Şîf, Frênk Paloûn û Anna Êşû rêzolyûîya raber kirine, kîjanêda derheqa xirabkarîyên Adirbêcanêda, yên dijî Ermenîstanê û cimeta ermenî, hatine raberkirinê.
Nava rêzolyûsîya Spîyêrêda hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê halê konvênsîya Cênêvayê teribandine, bi zanebûn meriv kuştine, zêrandine, gavên hovane dijî merivên sîvîl û dîlên leşkerî avîtine.
Rêzolyûsîyayêda usa jî derheqa êrîşa Adirbêcanêda, ya 13 ê îlonê, hatîye dîyarkirinê.