SerekeSîyasî

Nîkol Paşînyan bal kişandîye ser girîngiya şandina şandeya çavdêriyê ya navneteweyî ji bo herêmên di bin bandora dagirkerîya Adirbêcanê da

Serokwezîr Nîkol Paşînyan dêlêgasîya bi serkarîya serokê koma dostanîya Fransîya-Ermenîstan, ya sênata Fransyayê, Jîlber-Lyûk Dervînaz qebûl kirîye.

Li gorî înformasyona Armenpressê hatîye ragihandin, ku Nîkol Paşînyan seredan silav kirîye û bi bîr xistîye ku ew 26 ê îlonê bi seredaneke xebatê li Fransyayê bû û ev jî îzbatîya têkîlîyên taybet yên dualî ye. Jîlber-Lyûk Dervînaz hevkariya dualî ya di navbera parlamênta da bilind nirxandîye û dîyar kirîye ku di çarçoveya seredanê da li ser encamên êrîşa ku Adirbêcanê li ser axa Komara Ermenîstanê pêk anîye agahiyên berfireh wergirtine.

Dervînaz destnîşan kir ku ew daxuyaniyên serokkomarê Fransyayê û serokwezîrê Ermenîstanê, yên di 26 ê îlonê da, bi baldarî şopandine û destnîşan kir ku aliyê fransî bi taybeî navê alîyê ku êrîş bi kar anîye daye dîyarkirinê.

Nîkol Paşînyan bal kişandîye ser girîngîya şandina şanda çavdêriya navneteweyî bo navçeyên bin bandora dagirkeriya Adirbêcanê û navçeyên sînorî û ev yek wê alîkariya civaka navneteweyî bike ku zanyarîyên rasterast bên wergirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button