SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî berbirî wan welata bûye, yên ku garantên sekinandina agirin: tenê sala îsalinda Tirkîyayê 59 êrîş mîyaser kirine

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî tenê nava sala îsalinda Tirkîyayê 59 êrîş birine ser wan nehîya, yên ku bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin. Ewî gotîye, wekî rûyê wan êrîşada gelek meriv,nava wanda jin û zarok, hatine kuştinê.

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk daye dîyarkirinê, wekî ew hêvîdarin ku ew welatên garant qayîlnivîsara tevî Tirkîyayê wê li gorî peymana bişuxulin.

Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî nava van du rojên dawîda dironên tirka derb gîhandine nehîyên Cizîrê û Kobanê, nava encamên kîjanada du hevkarên wan hatine kuştinê. Ewî gotîye, wekî rûyê derbgîhandina gundê Zirganê du zarok hatine kuştinê.

27 ê îlonê rûyê bombebarandinên tirkada li Hesekê çar meriv hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button