ŞAY bi derecên cuda-cuda beşdarî wê pêvajoya bona milahîmkirina halê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dibe
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi derecên cuda-cuda beşdarî wê pêvajoya bona milahîmkirina halê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dibe. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ştatên Amerîkayeye Yekbûyîye karên der Nêd Prays gotîye û îzbat kirîye,ku pêwîste esker ji sînor bidine paşdavekişandinê.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî şêwirmendê wezîrê karên der, yê alîyê pirsên Qafqasîyayêda, hemsedirê koma Mînskê Fîlîp Rîkêr bi aktîvî tevî pêvajoyê dibe. «Ew hevtîya derbazbûyî li Nyû Yorkê beşdarî hevdîtina sêalî, ya tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye. Ew van axirîya li Qafqasîya Başûr bû, li kîderê rastî nevsên derecebilind hatîye. Ew bi aktîvî tevî pêvajoyê dibe»,- Prays gotîye.
Ewî bîr anîye, wekî wezîrê karê der Êntonî Blîkên jî bi aktîvî beşdarî pêvajoyê dibe û ew her dem tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava pêwandîyadane.