H’emû nûçeSereke

Berdevkê wezîreta parastinê derheqa wê vîdyoyêda xeberdaye, kîjanêda tê kifşkirinê ku çawa dîlên ermenî dane ber gula

Bona rastîya wê bûyarê em difikirin wekî şikberî tune, çimkî ew destnivîsar ya hêzên azêrîyaye. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan gotîye, dema ku ewî derheqa vîdyoya belavkirîda şirovekirîye, kîjanêda bi texmîn leşkerên azêrîya bi hovane dîlên ermenî didine ber gula.

“Derheqa cîh û wedê wê yekêda em nikarin niha tiştekî bêjin, lê organên anegor vîdyoyê lêkolîn dikin. Bona rastîyê em difikirin wekî şikberî tune, çimkî ew yek destnivîsara hêzên azêrîyaye”,- Torosyan gotîye.

Em bêjin wekî pêşda malperên sosîyalîda vîdyo belav bibûn, kîjanada tê kifşê ku çawa komeke dîlên ermenî didine ber gula.Tê texmînkirinê wekî ev bûyara tragîk 13-14 ê îlonê, wextê agrêsîya azêrîya qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button