H’emû nûçeSereke

Netewên Ermenîstanêye kêmjimar beşeke binelîyên mene:Paşînyan bi pîrozbahîyê pêşda hatîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi axftina pîrozbahîyêva pêşda hatîye û berbirî netewên Ermenstanêye kêmjimar bûye.Ev înformasîya ji alîyê berdevkê hukumatêda hatîye belavkirinê.

Em bêjin wekî roja netewên kêmjimar li Ermenîstanê yekşema ewlin, ya meha cotmehê tê kifşkirinê.Ev roj sala 2O21 ê ketîye nava rojên cejin û bîranîna.

“Netewên Ermenîstanêye kêmjimar, çawa beşeke malbeta miletên dinîyayê, beşeke binelîyên mene, yên ku bi cudatîyên heyîna xweva Ermenîstanê dewlemend dikin. Bi dîyarkirina vê rojê, em guhdarîyê teglîfî ser beşeke binelîyên xwe dikin, yên ku wekîlên miletên cuda-cudanin, ser naskirina pirsgirêkên wan û helkirina wan dikin”,- nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button