H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê îzbat kirîye, wekî li cem wê 17 dîlên leşkerî hene: cîgira wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv

Adirbêcanê îzbat kirîye, wekî li cem wê 17 dîlên leşkerî hene.Derheqa wê yekêda cîgira wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv, Dîyana Karazyanê  gotîye.

“Niha ofîsê xebatên xwe li ser pirsa dîlên ermenîye leşkerî daye merkezkirinê. Adirbêcan her dem înformasîyayê raber nake û niha îzbat kirîye, wekî li cem wê 17 dîlên leşkerî hene”,- Karazyanê gotîye.

Bi gotina wê, mehkema Avropayê dew kiribû ku derheqa dîlên leşkerîda bi hûrgilî înformasîyayê bide, bi taybetî derheqa tendurustîya wanda, lê Adirbêcan her dem înformasîya nade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button