H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan derheqa firotana  sîliha, ya ji alîyê Rûsîyayêda bona Adirbêcanê, xeberdaye

Piştî pevçûyînên tevî Adirbêcanê Ermenîstan diha zêde piştgirî ji alîyê Ştatên Yekbûyîda “dît” ne ku ji tifaqdara xwe, Rûsîyayê. Armênprêsse ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda têlêvîzyona amêrîkî  “Foks Nyûz” ê  vî cûreyî halê dora Ermenîstanê şirove kirîye û hevpeyvîna tevî sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê, Armên Grîgoryan raber kirîye, ya ku wextê seredana wî, ya li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derbaz bûye.

Bi gotina Fox News ê nevsên ermenîye fermî “nerihetin”  wekî Rûîsya dîsa sîliha difroşe Adirbêcanê.

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan rastî cêrge nevsên amêrîkîye fermî hatîye û paşê wextê hevpeyvîna xwe daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya zûva sîliha difroşe Adirbêcanê û Ermenîstanê çendik-çend cara derheqa wê yekêda bi dengê bilind gotîye.

“Ew yek tiştekî eşkereye û ew yek raste.  Ew kirin gelekî me nerihet dike û ew yek tiştekî nû nîne”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Wextê hevpeyvînê Armên Grîgoryan usa jî derheqa agrêsîya Adirbêcanêye 13-14 ê îlonê xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî civaka navneteweyî gerekê gava biavêje û ew kirinên Adirbêcanê şermezar bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button