SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: PDK û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê hewcê qayîlnivîsara nûne

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye, wekî Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê hewcê wê yekêne, ku qayîlnivîsara nû, ya stratêcî îmzekin.

Derheqa wê yekêda serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wextê salvegera pêncemîn, ya wefatbûna serokê Îraqêyî berê û serokê Yektîya Niştîmanên Kurdistanê Celal Telebanî, gotîye.

Nêçîrvan Barzanî daye dîyarkirinê, wekî Mam Celal li ser  berfirehkirina rojnamegerîyê û çandê dixebitî.

8 ê mijadara sala 1986 a Mam Celalê rehmetî û bavê min qayîlnivîsar di navbera Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêda îmze kirin. Wî çaxî ez tevî bavê xwe bûm. Bi saya wê qayîlnivîsarê hemû alîyên Kurdistanê aramî îzbat kirin, şerê sîvîl ser hevda hat û enîya Kurdî, ya yekbûyî saz bû. Ewê rojê cara ewlin  min Mam Celal dît. Pêwandîyên me hetanî dawîyê jî baş bûn. Bo wê yekê jî qedirgirtin û hizkirina Mam Celalda wê her dem bimînin”,- serokê Herêma Kurdistanê gotîye.

“Piştî şerê sîvîl, sala 1994 a xwestina Mam Celal û bawarîya Barzanîyê lîdêr usa kirin, wekî sala 1998 a li Waşîngtonê qayîlnivîsara aşîtîyê hate îmzekirinê”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye. Ewî usa jî serda zêde kirîye, wekî çawa hêzên hîmlî, yên li Îraqê Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê û Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk hewcê îmzekirina qayîlnivîsara nûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button