H’emû nûçeSereke

Seredana Pêlosîyê hêvîyê dide wekî Ermenîstan nava şerkarîya xweda tenê nîne: Armên Grîgoryan gotîye “Waşîngton post” ê

Seredana Pêlosîyê hêvîyê dide wekî Ermenîstan nava şerkarîya xweda tenê nîne. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî rojnama amêrîkîye “Waşîngton post” ê, sêkrêtarê şêwira  Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Ez hatime Ştatên Yekbûyî, bo ku wê pirsê gotûbêj bikim, ku em çi cûreyî dikarin pêwandîyên Ştatên Yekbûyî û Ermenîstanê bidine qewînkirinê. Dikevine nava govekên hevkrîyê ewlehkarî, ênêrgêtîka, dîplomatî û pêwandîyên êkonomîkî. Hîmê wan pêwandîyada wê prînsîpa dêmokrasîyêbe”,- Armen Grîgoryan gotîye.

Miqaledar Dêyvîd  Îgnatîûs sirîya xweda nivîsîye, wekî seredana Nênsî Pêlosîyê, ya li Yêrêvanê bû katalîzatora pêşxistina pêwandîyên Ştatên Yekbûyî û Ermenîstanê.

Gelo ew heleqetî wê berfirehbin û gelo hevkarî wê usa jî ya leşkerîbe, bi gotina Dêyvîd Îgnatîûs ew yek  hê  zelal nîne. Ewî nivîsîye, wekî rûyê krîzeya li Ûkraînayê, Rûsîya bere- bere karebûnên helkirina pirsgirêka di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda unda dike, lê admînîstrasîya Co Baydên dicêribîne ew cîhê vala tijî bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button