H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê bangî desthilatdarîya Adirbêcanê kirîye, ku kuştina dîlên ermenî lez lêkolîn bikin

Desthilatdarîya Adirbêcanê gerekê lez wê vîdyoyê lêkolîn bikin, kîjanêda tê kifşê, ku çawa dîlên ermenîye leşkerî didine ber gula. Di derbarê wê yekêda, wextê prêss-konfêransa li Bryûsêlê, wekîlê qulixdarîya Yekîtîya Avropayê, ya karên der, Pîtêr Stano gotîye.

“Em bang dikin ku organên anegor wê yekê lêkolîn bikin. Wê vîdyoyêda kifşe, ku  leşkerên azêrî çi cûreyî leşkerên ermenî dikujin. Ew yek gerekê ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanêda bê lêkolînkirinê”,- ewî gotîye.

Bi gotina Stano, heger encamên lêkolînê bidine kifşê, ku ew vîdyo ya raste,wî çaxî ew kirin xirabkarîya leşkerîye û ew xirabkarî gerekê bê gunehkarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button