H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hevkarîya tevî MAGATE girîng hesab dike

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê ajansa navneteweyî  ya  ênêrjîya atomî Rafayêl Marîano Grosî qebûl kirîye.

Serokwezîr seredana serokê MAGATE, ya li Ermenîstanê, silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan hevkarîya tevî MAGATE girîng hesab dike, ya ku ji alîyê çareserkirina ewlehkarîya atomî û ênêrgêtîka Ermenîstanêda girînge. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ev pirs nava pirsên hukumata Ermenîstanêda dikevine nava pirsên girîng.

Serokê MAGATE careke mayîn derheqa girîngîya hevkarîyêda daye dîyarkirinê û derheqa bernamên pêşerojêda xeberdaye.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa xebatên bilindkirina asta ewlehkarîya stansîya ermenîye atomîda çûye, fikir dora hevkarîya di navbera Ermenîstanê û MAGATE da hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button