H’emû nûçeSereke

Gaza Adirbêcanê gerekê nebe sedema çevgirtina ser xirabkarîyên nava şêrda: parlamêntvanê Avropayê

Sîyasetmedarên  avropî diha zêde dijî wê peymana gazê, ya tevî Adirbêcanê derdikevin, ya ku dawîya meha tîrmehê seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Lêyênê mor kir.

Parlamêntvanê parlamêta Avropayê Rafayêl Glyûksman, bi taybetî gotîye, wekî gaza Adirbêcanê gerekê nebe sedema çevgirtina li ser xirabkarîyên nava şêrda.

«Kuştinên dîlên ermenî, yên ji alîyê leşkerên Adirbêcanêda, xirabkarîyên leşkerîne. Rêjîma Bekûyê ya ku ji alîyê Êrdoganda tê piştgirtinê, şerê Ûkraînayê bona êrîşa ser Ermenîstanê dide xebatê. Ev yek tiştê qebûlkirinê nîne. Gaz hebe, yan jî tunebe, em gerekê wê yekê qebûl nekin»,- parlamêntvanê Avropayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button