H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi aktîvî xebitandina mêxanîzma monîtorînga navneteweyî gotûbêj dike: Mîrzoyan

Bona ku ji bûyarên li ser sînorê tevî Adirbêcanê dûr bimînin, Ermenîstan bi aktîvî xebitandina mêxnîzma monîtorînga navneteweyî gotûbêj dike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

Ewî gotîye, wekî femdarîya tomerî heye, nava wêda usa jî nava dorana alîyên navneteweyîda, wekî tenê  rastkirina  encamên agrêsîyayê, îmzekirina peymana aşîtîyê hê garantîyayên anegor nadin û diqewime garantîyayên zêde bêne xwestinê, mesele, bê xwestinê ku li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê mêxanîzma monîtorîngê hebe.

«Ev yek tê gotûbêjkirinê. Mesele, tişekî mayîn jî dikarim bidime kifşê: ji ser sînor paşdavekişandina hêzên Ermenîstanê û Adirbêcanê, rêyên cûre-cûre hene, usa jî mêxanîzma monîtorînga navneteweyî û ew yek bi aktîvî tê gotûbêjkirinê»,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button