H’emû nûçeSereke

Ermenîstan gerekê berbirî mehkema navneteweyî bibe bona ku serokê Adirbêcanê û serokatîya esker bêne cezakirinê: Tatoyan gotîye Fox News  ê

Pareskerên Adirbêcanêye «Yaşma» û «Komando»  ji 13-a hetanî 15 ê îlonê, wextê êrîşên ser Ermenîstanê, bi kirinên xweye hoavane, berbiçev bûne. Ew paresker beşdarî kuştinên dîla, parçekirina cinyazên kuştîya, bi cûrê barbarî kuştina leşkerên jin û parçekirina cinyazên wan bûne.

Derheqa wê yekêda serokê fonda «Tatoyan», ya merkeza maf û heqîtîyê, Arman Tatoyan wextê qisa tevî  Fox News ê gotîye û careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan gerekê berbirî mehkema navneteweyî bibe ku bona xirabkarîyên leşkerî serokê Adirbêcanê, serokatîyên qulixdarîyên mexsûs û esker li ber cabdarîyê bidine sekinandinê û wana ceza bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button