Ew xeberdanên zêde bêhîmin, ku Rûsîyayê berê xwe ji herêmê û Ermenîstanê vegerandîye: Kopîrkîn

Piranîya gavên Rûsîyayê, yên bona rastkirina halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya civakêra eyanin. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê, Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
Li gundê Sotkê, baylozê Rûsîyayê Sêrgêy Kopîrkîn elam kiribû, wekî serokatîya Rûsîyayê hemû mecalên pêwîst dide xebatê ku halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya bide rastkirinê. Çawa bersiva pirsa rojnamevan, wekî piranîya gavên Rûsîyayê bona civakê eyan nînin û gelo wede nîne ku wan gava bidine eyankirinê, bo ku civak derheqa wanda pê bihese, Kopîrkîn gotîye, wekî gelek tişt eyane ku Rûsîya çi dike, çimkî Rûsîya tevî koma sêalî, ya cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê dixebite, ya ku li ser hîmê elametîyên 9 ê mijadara sala 2O2O î û 11 ê çileya sala 2O21 ê hatîye sazkirinê. Bayloz gotîye, wekî ew yek li gorî berjewandîyên hemû alîyaye û xebatê bi wan formata berdewambe.
Sêrgêy Kopîrkîn usa jî bîr anîye, wekî leşkerên Rûsîyayê li wan nehîya sekinîne, li kîderê dikarin pirsgirêk pêşda bên.
«Leşkerên me, sînorxweykirên me, aşîtîparêzên me tevî herdu alîya jî nava pêwandîyadanin. Her dem dîyalogên dualî pêk tên»,- Kopîrkîn gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew xeberdan zêdene ku Rûsîya berê xwe ji herêmê û Ermenîstanê vedigerîne. « Ez bi fermî elam dikim, wekî ew ji spêkûlasîyayê jî zêdetire»,- bayloz gotîye.







