SerekeSîyasî

Îran hejmara eskerê xweye nêzîkî  Kurdistanê zêde dike û gefa duxwe, ku wê opêrasyona li ser erdê destpê bike

Van axirîya Îranê hêzên nû şandine berbi sînorê nêzîkî Herêma Kurdistanê û serda jî gef xwerine wekî ewê opêrasyonê  dijî opozîsîyonêrên kurd, yên dijî  Îranê destpê bike. Derheqa wê yekêda nevsê fermî, yê kurdî li Îraqê gotîye.

«Îranê hêzên xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê berev kirine û bi destî nevsên îraqîye nava eskerda elametî hukumata  herêmêra şandîye, wekî  diqewime ew opêrasyonê destpêke, heger hêzên Kurdistana Rojhilatê ji wê nehîyê dernekvin»,- ewî gotîye.

Nevsê fermî serda zêde kirîye, wekî piştî wê elametîya Îranê, wezîrê Kurdistanêyî karên hundur Rêbar Ahmed Xalit rastî lîdêrên kurdên Îranê hatîye û gotîye wan ku ew şerkarên xwe ji nehîyên ser sînor derxin, bona ku ew êrîş bê betalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button