SerekeSîyasî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wekîlê ŞAY, yê li Sûrîyayê halê li qampa Al Xolê gotûbêj kirine

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li Sûrîyayê halê li qampa Al Xolê gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî Nîkolas Grêyncêr, wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, li Hewlêrê qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê bûyarên sîyasîye li Îraqê, li Sûrîyayê hatine gotûbêjkirinê.

Li gorî elametîya ofîsa serokê Herêma Kurdistanê, nevsê amêrîkîyî fermî û serokê herêmê derheqa girîngîya hevkarîya welatên avropî û li herêma îzbat kirine û ew yek girîng hesab kirine ku ew welat gerekê welatîyên  xwe ji qampa Al Xolê bibin.

Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên di navbera partîyayên kurdada çûye. Hatîye dîyarkirinê, wekî dîyalog  gerekê berdewambe û partîyayên kurdaye li Sûrîyayê gerekê bibin yek.

Barzanî û Grêyncêr derheqa hevkarîya dijî DAÎŞ ê dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button