H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Prahayê beşdarî civîna Avropîye sîyasî bûye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Prahayê beşdarî civîna Avropîye sîyasî bûye. Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serokwezîr ragîhandine.

Beşdarî wê civînê bûne ji 4O î zêdetir rêberên welatên endamên Yekîtîya Avropayê û usa jî welatên hevkarên Avropayê.

Civîn li kela Prahayê, ya kevinar  pêk hatîye. Serokwezîrê Çêxîyayê serokên welatên beşdar pêşwazî kirine. Piştî civînê, heytehola şikilkişandina beşdara derbaz bûye.

Nava dorana civînêda, Paşînyanê serokwezîr usa jî beşdarî gotûbêjkirina sivira glover, ya bi têma ewlehkarîyê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button