Paşînyan û Êrdogan pêvajoya asayîkirina peywendîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê gotûbêj kirine
Li Prahayê hevdîtina serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîp Êrdogan pêk hat.Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê ragîhandine.
Di çarçoveya çareserîya Ermenîstan-Tirkîyaê da, herdu alîyan rêyên li ser têkilîyên raste-rast û hevdîtinên di asta bilind de hatin kirin.
Nîkol Paşînyan û Recep Tayîp Êrdogan pêvajoya asayîkirina peywendîyên Ermenîstan-Tirkîyayê û gavên paşwextîyê yên di vî warî da gotûbêj kirine.
Li ser pêwîstîya cîbicîkirina zû ya rêfketinên ku di encama gotûbêjên nûnerên taybet yên herdu welatan da hatine encamdan, hat tekezkirin. Bi taybetî behsa vekirina sînorê bejayî ji bo welatîyên welatên sêyem, pêkanîna sewqîyata barhilgir ya asmanî ya raste-rast di navbera Ermenistan û Tirkîyayêda ye.
Her wiha li ser pêvajoyên herêmê jî nêrîn hatin axaftin.