SerekeSîyasî

Sûrîya Tirkîyayê nava wê yekêda gunehkar dike ku li rex nexweşîya xolêrayê avê dide birînê

Gunehkarkirinên ji alîyê Damişqêda piştî wê yekê belav bû, dema ku 36 meriv ji nexweşîya xolêrayê, li bakûrê Sûrîyayê wefat bûn, lê  6OOO meriv jî nexweşin.

Wezîreta Sûrîyayêye karên der Tirkîya nava wê yekêda gunehkar kirîye, wekî ew û çekdarên piştgirên wan ava li bakûr-rojhilatê  Sûrîyayê, li bajarê Hesekê  birîne, lê bi wê yekêva tevayî jî nexweşîya xolêrayê zêde dibe.

«Bajarê Hesekê nava qezîya hûmanîtarîdane, çimkî tirka û çekdarên piştgirên wê ava vexwerinêye li provînsîyayê birîne û eva serê 72 rojaye ku mîlyonek welatî bêyî av mane»,- serokê bajêr gotîye serokatîya YUNISEF ê.

Ev gunehkarkirin piştî wê yekê hatine bihîstinê, dema ku zelal bû, wekî nava van çar hevtîyên dawîda li bakûr û rojhtlatê Sûrîyayê 36 meriv wefat bûne, lê  6OOO meriv jî nexweşin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button