H’emû nûçeSereke

Cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayêye sîvîl hê tê gotûbêjkirinê: wezîreta karên der

Piştî hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, serokê  konsêya Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elametî hate qebûlkirinê. Wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan  Hûnanyan, çend pirsên wê elametîyêva girêdayî dane zelalkirinê.

Ewî gotîye wekî piştî hevdîtina çaralî, elametî hatîye qebûlkirinê, li gorî kîjanê Ermenîstan û Adirbêcan ew yek îzbat kirine wekî li gorî dêklarasîya sala 1991 ê, ya li Alma Atayê û qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî,  yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin. Alîyê ermenî çendik-çend cara elam kirîye, wekî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û serbixwetîya wê tiştê bazarkirinê nînin û eva gaveke girînge. Lê çi ku derheqa derxistina hêzên azêrîyadane, yên ku li ser axa Ermenîstanêne, ew yek gerekê bê mîyaserkirinê û derheqa wê yekêda nava elametîya Prahayêda hatîye dîyarkirinê.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî nava elametîyêda derheqa Qerebagêda tu tişt nehatîye dîyarkirinê, Vahan Hûnanyan gotîye, wekî pirsa mafên cimeta Qerebagê û ewlehkarîya wê bona Ermenîstanê pirseke girînge. Bi gotina wî, Ermenîstan wê pirsê li hemû cîha bilind dike, lê Adirbêcan dixweze wê pirsê tenê tevî Ermenîstanê gotûbêj bike.

Derheqa armanca mîsîya Yekîtîya Avropayêye sîvîlda hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku aminayî qewînbe û  komîsîyayên kifşkirî monîtorînga derbazkin. Derheqa dîlên ermenîye leşkerî û yên sîvîlda Hûnanyan gotîye, wekî ew pirs jî li hemû cîha tê bilindkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button