Van axirîya li Lalişê dergehên nû bona Lalişê hatibûne çêkirinê û ew yek hema kete rojên cejina Cemhayê.
Mîrê êzdîya Hazîm Tehsîn Beg û lîdêrê ruhanî Bavê Şêx tevî serokê Dihokê Elî Tatar dergehên sereke vekirine.
Înjênêrê wî şuxulî Xalid Nermo gotîye, wekî çêkirina wî dergehî bi 18O mîlyon dînarên îraqî hatîye qîmetkirinê û ew pere ji alîyê hukumata Herêma Kurdistanêda hatine dayînê.