SerekeSîyasî

Wextê meşên şikyatkirinê, yên li Tirkîyayê polîsîyayê parlamêntvanên opozîsyayê xistine

Li çend bajarên Tirkîyayê meşên şikyatkirinê hatine derbazkirinê, yên ku pêşkêşî salvegera derxistina serokê PKK ê Ebdile Ocelan ji Sûrîyayê kirine.

Bi seda meriv li bajarên Dîyarbekirê, Şirnaxê, Wanê, Hekkarîyê, Ûrfayê û Mêrdînê derketine meşê. Li Stembolê û Îzmîrê jî wî cûreyî bûye.

Polîsîyayê îzina meşa nedaye û bi tomerî hildayî 139 meriv girtine, nava wanda usa jî endamên Partîya Dêmokratîk, ya Gela û rojnamevan. Beşeke wan meriva nava rojkêda aza berdane.

Prêssayê ragîhandîye, wekî li Hekkarîyê xebatkarên polîsîyayê parlamêntvanên Partîya Dêmokratîk, ya Gela Hebîf Êksîkî û Sehîd Dêdê xistine. Ew vîdyo nava malperada hatine belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button