Wextê qisa bi têlefonê, ya Paşînyan û Blînkên, derheqa pêwîstîya derxistina hêzên Adirbêcanê, yên ji axa Ermenîstanê, hatîye dîyarkirinê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên qise kirîye.
Serokwezîr cedandinên alîyê amêrîkî, yên bona rastkirina encamên agrêsîya 13-14 ê îlonê bilind qîmet kirîye û wî alîda gavên anegor girîng hesab kirîye. Alîya derheqa pêwîstîya derxistina hêzên azêrîya, yên ji axa Ermenîstanê û xweykirina rêjîma agirbestê xeberdane.
Derheqa encamên hevdîtina çaralî, ya li Prahayê, ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Fransîyayê, serokê Konsêya Avropayê û serokê Adirbêcanê xeberdan çûye.
Gotûbêjkirin usa jî derheqa parastina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê, sazkirina mêxanîzma gotûbêjkirinên di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyê, paşdavegerandina dîlên ermenîye li Adirbêcanê derbaz bûne.
Serokwezîr fikirên xwe, yên di derbarê hevdîtina tevî serokê Tirkîyayê raber kirîye.
Êntonî Blîkên gotîye, wekî Ştatên Yekbûyî amadeye pêşerojêda jî piştgirîyê bide şuxulkarîya hevraxeberdana û qewînbûna aramîya li Qafqasîya Başûr.







